Trump baca li ser Çînê zêde kir: Zêr û zîv firiyan, Bitcoin dadikeve

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Zêr Zîv Donald Tump
A+ A-

Daxuyaniyên Trump bazarên cîhanî hejandin: Zêr û zîv rekor şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump baca gumrikê ya li ser Çînê ji sedî 100 zêde kir. Vê biryarê bazarên cîhanî hejandin. Bihayên zêr û zîv rekor şikandin lê bihayê Bitcoinê daket.

Onsa zêr gihîşt 4,012 dolaran

Bihayê onseke zêr careke din derket ser 4 hezar dolarî. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê ji meha bê ve baca gumrikê ya ji sedî 100î li ser kelûpelên Çînê bisepîne.

Zêr di dema girtina bazaran de ji sedî 0.8 biha bû û onsek zêr bi 4,012 dolaran hat firotin. Bi vê yekê re, zêr ev 8 hefte li pey hev e ku biha dibe.

Trump her wiha ragihand ku ti sedem nemaye ew bi Serokê Çînê Chi Ching Ping re bicive. Daxuyaniyên Trump û aloziyên jeopolîtîk daxwaza li ser zêr wekî hilberîneke ewle zêde kirin.

Her wiha nearamiya siyasî ya li Fransayê jî bandor li ser bihayê zêr kir. Li Fransayê di nava du salan de 5 serokwezîr hatin guhertin û partiyên rastgir daxwaza îstifaya Serok Emmanuel Macron dikin.

Zîv gihişt 50 dolarî û li Londonê kêm bû

Bihayê zîv jî careke din gihişt 50 dolarî. Onsek zîv 68 sentan (ji sedî 1.38) biha bû û gihişt 50.01 dolarî. Kîloyeke zîv niha bi 1,609 dolaran e. Zîv jî ev 8 hefte ne ku bi berdewamî biha dibe.

Aloziyên di navbera Amerîka û Çînê de sedema sereke ya bihabûnê ne. Her wiha kêmbûna rêjeya faîzê ya li Amerîkayê û kêmbûna hilberînê jî bandorê dikin.

Li borsaya Londonê miqdara zîv daket 155 milyon onsan. Ev reqem bi zorê nîvê bazirganiya rojekê pêk tîne. Ji ber kêmbûnê, dema radestkirina zîv ji 2-3 rojan derketiye 4-8 hefteyan.

Şêwirmendê metalên biqîmet Jeffrey Christian got, "Bazara zîv a Londonê di bin zexteke nedîtî de ye. Em niha şahidiya kêmbûneke fîzîkî ya zîv dikin."

Li ser asta cîhanî jî ev 5 sal in ku di hilberîna zîv de kêmasî heye.

Posta Trump bihayê Bitcoinê 10 hezar dolar daxist

Bihayê Bitcoinê berovajî zêr û zîv piştî gefên Donald Trump ên li dijî Çînê daket. Bitcoin ji duh êvarê ve 10 hezar dolar erzan bûye.

Doh saet 17:00an bihayê Bitcoinê 122 hezar û 500 dolar bû. Vê sibehê bihayê wê daket 112 hezar û 300 dolarî.

Ev daketin piştî ku Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social gef li Çînê xwar, pêk hat.

Tirs û nearamiya siyasî bi giştî bandoreke neyînî li ser pereyên dijîtal dike.

Bihayê Ethereumê ku duyem pereyê dijîtal ê herî mezin e, ew jî daket. Ethereum nêzîkî 700 dolarî erzan bû û bi 3 hezar û 800 dolarî hat firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst