Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi şirketên petrolê yên Amerîkî re li ser mijara Venezuelayê dest bi hevdîtinan kiriye.
Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî eşkere kir ku peywendiyên bi şirketên petrolê re dest pê kirine û dê bidomin.
Wî berpirsê Amerîkî da zanîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio dê li ser navê Serok Trump serokatiya van hevdîtinan bikin.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê jî derbarê mijarê de got, "Wekî ku Serok Trump jî diyar kiriye, ew ji bo hilberînerên nû û derfetên li Venezuelayê bi kelecan li benda karkirina bi şirketên petrolê yên Amerîkî re ye."
Serokê Amerîkayê Trump piştî desttêwerdana leşkerî ya li ser Venezuelayê ragihandibû ku ew dê di pîşesaziya petrolê ya wî welatî de ku xwediyê mezintirîn rezervên petrolê yên cîhanê ye, "bi awayekî pir xurt" cih bigirin.
Trump her wiha gotibû, "Em dê şirketên qerase yên petrolê yên Amerîkayê (li Venezuelayê) bixin dewrê.
Ew dê bi xerckirina milyaran dolarî binesaziya petrolê nû bikin û ji bo welat dest bi qezenckirina pereyan bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse