Trump çavê xwe li seroka nû ya Venezuelayê sor kir

04-01-2026
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Venezeula Caracas Delcy Rodriguez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da seroka nû ya demkî ya Venezuelayê û got eger "tiştê rast" neke, dê baceke giran bide.

Trump di hevpeyvîneke telefonî ya bi kovara The Atlanticê re behsa Delcy Rodriguezê kir ku piştî girtina Nicolas Maduro ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, wekî seroka demkî hatiye erkdarkirin.

Trump got, “Eger (Delcy Rodriguez) tiştê rast neke, dê baceke pir mezin bide, dibe ku ji ya Maduro jî mezintir be."

Serokê Amerîkayê doh eşkere kiribû ku di encama operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê de Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatine girtin.

Trump her wiha soz da ku dê kontrola Amerîkayê li ser wî welatî bide çespandin û eger pêwîst bike dê leşkerên Amerîkayê bi kar bîne.

Piştî ku Amerîkayê Maduro desteser kir, Dadgeha Bilind a Venezuelayê ferman da Rodriguezê ku "yekser" wekî seroka demkî dest bi kar bike.

Trump berê Maduro bi serpereştiya şandina narkotîkê ya ji bo Amerîkayê û bi sextekariya di hilbijartinan de tohmetbar kiribû.

Maduro yê ku niha li girtîgeheke New Yorkê girtî ye, hemû tohmetan red dike.

 Li hêla din, rayedarên li Caracasê daxwaza berdana wî dikin.

Donald Trump bi zelalî diyar kiriye ku ew li hemberî "redkirina serhildêr" a Rodriguezê ya li dijî desttêwerdana leşkerî ya Amerîkayê bêdeng namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst