RAPOR - Hejmara dewlemendan herî zêde li Tirkiyeyê zêde dibe

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Knight Frank Dewlemend Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora mal û milkan a Knight Frankê di rêzbendiya kesên herî dewlemend de ku zêdetirî 30 milyon dolar serweta wan heye Tirkiye yekemîn e.

Kompanyaya Şêwirmendiya Mal û Milkan a Navneteweyî Knight Frankê rapora xwe ya 2024an a li ser mal û milkan eşkere kir.

Li gorî raporê sala 2023yan li seranserî cîhanê hejmara wan kesên ku mal û milkên wan 30 milyon dolar e an jî zêdetir e bi rêjeya ji 10an herî zêde li Tirkiyeyê zêde bûye û di rêza duyemîn de jî bi rêjeya ji 8an Amerîka heye.

Li gorî amaran sala 2022yan li Tirkiyeyê 1761 kesên herî dewlemend hebûne ku mal û milkên wan zêdetirî 30 milyon dolarî bûye û ev yek sala 2023yan gihîştiye 1932 kesan.

Di raporê de hatiye pêşbînîkirin ku sala 2028an bi zêdebûna ji sedî 42,9an ew hejmar derkeve 2 hezar û 760 kesî.

Herwiha tê çaverêkirin ku piştî Tirkiyeyê li Hindistan û Çînê jî hejmara wan kesên herî dewlemend zêde bibe.

Li seranserî cîhanê sala 2022yan hejmara kesên herî dewlemend 601 hezar û 300 kes bûye lê sala 2023yan bi zêdebûna ji sedî 4,2an derketiye 626 hezar û 619 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst