Amed (Rûdaw) - Karsaz û pîşesazên Amedê bang dikin ku geştên asmanî yên di navbera Amed û Hewlêrê de di demeke kurt de ji nû ve dest pê bikin.
Geştên herî dawî yên di navbera Amed û Hewlêrê de di nîveka sala 2019an de hatibûn kirin û piştre hatibûn rawestandin.
Zêdetirî 6 sal in ji bo çûyîna Hewlêrê ya ji Amedê û ji bo hatina Amedê ji Hewlêrê, karsaz, pîşesaz û geştyar yan Deriyê Sînorî yê Xabûrê bi kar tînin an jî bi balafirê diçin Stenbolê û ji wir derbasî Hewlêrê dibin.
Karsaz û pîşesazên Herêma Kurdistanê jî bi heman awayî berê diçin Stenbolê û ji wir bi balafirê tên Amedê yan jî bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl çûn û hatinê dikin.
Karsaz dibêjin ku ev rewş xisareke mezin digihîne hinarde û hawirdeya di navbera her du aliyan de û dixwazin geştên asmanî yên Amed û Hewlêrê werin destpêkirin.
Li pîşesaziya Amedê, ji kargeheke mezin a hilberîna mobilyayên avahîsaziyê salane bi qasî 10 milyon dolarên Amerîkî mobilya hinardeyî Herêma Kurdistanê tên kirin.
Xwediyê kargehê Medenî Dîlekê Amedî mehane 4-5 caran ji bo dan û standinên bazirganiyê diçe Hewlêrê lê ji ber nebûna geştên asmanî yên di navbera Amed û Hewlêrê de ew zêdetirî 6 sal in di çûn û hatinê de zehmetiyeke mezin dikişîne û armanca wî ya zêdekirina qebareya hinardeyê jî bi ser nakeve.
Karsaz Medenî Dîlek got:
"Dema em bi otomobîlê diçin, rojek di çûnê de derbas dibe.
Em rojekê karê xwe çareser dikin û rojek jî di vegerê de derbas dibe.
Piştî ku em vedigerin, ji ber westanê em rojekê jî nayên ser karê xwe.
Roja pêncan em tên kar lê ew jî êdî hefte diqede."
“Xisareke mezin dide me”
Karsaz Hasîp Kaya jî anî ziman:
"Nebûna geştan xisareke mezin dide me.
Tenê kompanyaya min ji ber nebûna geştan salane di navbera 200 û 500 hezar dolarî de zererê dike."
Ji Amedê nêzîkî 300 karsaz, pîşesaz û şirketên geştyariyê ji bo bazirganiyê diçin Herêma Kurdistanê û vedigerin lê hemû bi yek dengî ji nebûna geştên Amed û Hewlêrê dilgiran in.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz 16ê Sibata 2024an li Amedê gotibû ku dê di demeke kurt de geştên Amed û Hewlêrê dest pê bikin lê ji wê rojê heta îro nêzîkî du sal in ku çavên karsazên bajêr li benda bicihanîna wê mizgîniyê ne.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî got:
"Em bi Îraqê re hesabê hinardeya bi qasî 50 milyar dolarî dikin lê Saziya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) hesabê 50 dolarî dike û xisara herî mezin dide vî karî.
Îro sibe bazara Şam û Sûriyeyê jî dê vebe.
Divê ji bo Şam, Silêmanî û Hewlêrê geştên asmanî ji vê herêmê gavekê berî gavekê dest pê bikin.
Heke em naxwazin bazirganiya vê herêmê bikeve destê welatên biyanî, hem ji bo THYyê hem jî ji bo Tirkiyeyê ya herî stratejîk ew e ku ji vê herêmê ji bo cîranên me yên başûr dest bi geştên balafiran bê kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse