Amed (Rûdaw) - Li Amedê piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan gelek avahîsaz ji bo ewlehiyeke baştir li şûna apartmanan dest bi lêkirina vîlayan kir.
Hejmara vîlayên lêkirî gihîşt derdora 10 hezarî lê ji ber ku xelk vîlayan nakire, piraniya wan di destê avahîsazan de man.
Avahîsaz bi zerereke mezin a bi sedan milyon dolarî re rûbirû ne.
Birêvebirên avahîsazan diyar dikin ku projeyên vîlayan li derveyî rastiya Amedê hatine çêkirin.
Serokê Beşa Avahîsazan a Odeya Bazirganiyê Ozgur Mehmetoglu li ser mijarê got:
"Heta milyonek dolarî jî vîla hatine firotin.
Bihabûn û krîz zêde dibin, enflasyon hîn jî didome.
Muteahîd niha di zererê de ne û dê roj bi roj zererên mezintir bikin."
Pêdiviya Amedê bi daîreyan heye
Nûnerên emlak û şêwirmendên kirîn û firotina xaniyan jî li hemberî vê rewşê heyirî mane.
Li gorî wan, vîla bêyî ku lêkolînek li ser pêdiviya xelkê were kirin hatine lêkirin û ev yek bûye sedema krîzeke mezin.
Serokê Şaxa Yekîtiya Emlakvanên Tirkiyeyê ya Amedê Mehmûd Arslan jî anî ziman:
"Li Amedê niha vîla zêde nayên firotin.
Muteahîdên wan pirsgirêkan dijîn û vîla di destê wan de mane ji ber ku biha ne.
Îhtiyaca Amedê îro daîre ne."
Ji ber ku firotina vîlayan kêm e, li Amedê herî kêm 5 projeyên erêkirî yên vîlayan hatine sekinandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse