Bitcoin dadikeve: Sedem çi ye?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Daketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê Bitcoinê daket û bi kêmtirî ji 70 hezar dolarî dan û standin pê tê kirin.

Doh Bitcoinê karîbû beşek ji zirarên hefteya borî telafî bike û derkete ser 70 hezar dolarî lê îro hêza xwe winda kir.

Bihayê Bitcoinê nêzîkî 1000 dolaran daket û niha bi 69 hezar û 200 dolarî dan û standin pê tê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku bihayê Bitcoinê çend rojên borî daketibû bin 61 hezar dolarî.

Sedema daketinê çi ye?

Li gorî şirovekaran, sedema daketina bihayê Bitcoin û pereyên din ên dîjîtal, pêşbîniyên li ser kêmbûna pereyê kaş (lîkîdîte) ê li bazarê ye.

Bitcoinê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ser desthilatê hemû qazancên xwe winda kirin û tê pêşbînîkirin ku daketin berdewam bike.

Analîstê amaran ê şîrketa şêwirmendiyê ya Kaikoyê (taybet bi pereyên dîjîtal) Tamas Probs li ser mijarê got:

"Çend meh in bihayê Bitcoinê dadikeve û ev jî nîşaneya wê yekê ye ku dê daketin berdewam bike."

Tamas Probs her wiha got, "Kêmbûna lîkîdîteyê tê wateya tevlihevî û necîgiriya bihayê Bitcoinê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst