Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bihayê nanê pîde ji sedî 25 zêde bû û bihayê nanê 420 gramî ji 20 lîreyî bû 25 lîre.
Li Amedê nan careke din biha bû.
Bihayê nanê pîdeyê 400 gramî Kanûna Pêşîn a par bûbû 20 lîre lê salek derbas nebû careke din biha bû.
Bihayê nanê 420 gramî bû 25 lîre. Giraniya nan 20 gram û bihayê wî jî 5 lîre zêde bû.
Odeya Nanpêjan tarîfeya nû eşkere kir
Li gorî tarîfeya ku Odeya Nanpêjan belav kiriye, bihayên nû wiha ne:
- Nanê pîde û lavaş ên 420 gramî: 25 lîre
- Nanê somûn û cureyên wî yê 210 gramî: 12,50 lîre
- Çorek û sîmît ên 90 gramî: 15 lîre
- Nanê tost û hamburgerê yên 100 gramî: 6 lîre
- Heqê pijandina lahmacûnê: 12 lîre
- Heqê pijandina nanê malê (nanek): 8,50 lîre
Mesrefa nanê malbatekê derket 3 hezar lîreyan
Nanpêj dibêjin ku ji ber zêdebûna mesrefên ard û sotemeniyê neçar mane zemê bikin û giraniya nan jî zêde kirine.
Li aliyê din, xelkê kêmderamet jî ketine xema debara xwe.
Ji bo malbateke ku rojê 4 nanan dixwe, mesrefa nan a mehane derket 3 hezar lîreyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse