SÛRIYE: Herî kêm 100 hezar bazirganî dev ji karê xwe berdaye

08-12-2023
Nîşan Sûriye Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bazirganiyê ya Şamê eşkere kir, zêdetirî 100 hezar bazirganên ku li ba wan tomarkirî bûn dev ji bazirganiyê berdaye.

Endamê Encûmena Îdareya Odeya Bazirganiyê ya Şamê Yasir Ikreyim ragihand ku li cem wan 110 hezar bazirgan tomarkirî ne lê niha tenê nêzîkî 7 hezar bazirganan karê xwe didomînin.

Ev jî tê wateya ku wate zêdetir ji 100 hezar bazirganî dest ji karê xwe berdaye.

Ikreyim da zanîn, ku niha hikûmet tenê girîngiyê dide sektora pîşesaziyê û sektorên bazirganî û çandiniyê piştguh dike.

Li gorî Ikreyim, ev helwesta hikûmetê zerereke zêde digihîne aboriya welêt.

Hikûmeta Sûriyeyê di salên dawî de çend yasayên tund dijî bazirganan derxistibûn.

Bi taybetî jî yasaya bi “hejmara 8an” bûye sedema astengkirina tevgera sermiyana bazirganan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst