Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr bilindbûna xwe ya roja înê domand û gihişt ser 5000 dolaran.
Erzanbûna dolar sedema sereke ya bihabûna zêr e.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr îro ji sedî 1,3 bilind bû û xwe nêzîkî 5050 dolarî kir.
Daketina dolar sedema sereke ye
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer derbarê mijarê ragihand:
"Daketina bihayê dolar alîkarî daye bilindbûna bihayê zêr.
Vê hefteyê amarên bazara kar a Amerîkayê dê werin belavkirin û dê bandorê li ser bihayê zêr bikin."
Pîvana dolar a ku bihayê dolar li hemberî 6 diravên sereke yên cîhanê dipîve, daket asta xwe ya herî kêm a vê mehê.
Ev yek jî bû sedem ku zêr vegere ser asta zêdetirî 5 hezar dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse