Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr ji ber zêdebûna hêviyên kêmkirina rêjeya faîzê ji sedî 1,5 bilind bû û onsa zêr 4 hezar û 150 dolar jî derbas kir.
Niha jî her onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 140 dolarî tê kirîn û firotin.
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya TD Securityê Bart Melek li ser mijarê got:
"Bazar gihîştiye wê baweriyê ku Banka Navendî dê meha bê jî mîna meha 10an (Çiriya Pêşîn) faîzê kêm bike.
Bazirgan li benda belavbûna amaran in û niha difikirin ku dibe ew amar amaje bi sistbûna bihayan bikin û texmîn dikin ku enflasyon ew qasî bilind nebûye."
“Dikare faîzê daxe”
Birêvebirê Şaxa New Yorkê ya Banka Navendî ya Amerîkayê John Williams jî ragihand:
"Banka Navendî ya Amerîkayê dikare bêyî ku ji zêdebûna enflasyonê bitirse faîzê daxe."
Li gorî amarên bazarên borsaya Amerîkayê, bazirgan niha îhtimala kêmkirina faîzê ya di nava meha bê de ji sedî 79 dibînin.
Îro dê çend amarên aborî yên di sektora firotina yekbiyek û bikom de bên belavkirin ku dikarin bandorê li bazara zêr bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse