Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr daket lê zêr dîsa jî asta hestyar a 5000 dolaran parast.
Bazirganên zêr li benda belavbûna amarên têkildarî bazara kar a Amerîkayê ne ku dawiya vê hefteyê belav dibin û tê çaverêkirin ku bandoreke berbiçav li ser bihayê zêr bikin.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr ji sedî 0,7 daket û onseke wî bi 5029 dolaran hat firotin.
Doh dolar erzan bûbû û zêr xwe gihandibû asta 5085 dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse