Dirûna genim di bin bandora hişkesalî û bihayê kêm de dest pê kir

10-06-2025
RÛDAW
Nîşan Dirûna Genim Bakurê Kurdistanê Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê dirûna genim di bin bandora hişkesalî û bihayê kêm de dest pê kir.

Li parêzgehên Mêrdîn, Amed û Rihayê ku navendên girîng ên hilberîna dexl û dan in, dirûna genim berdewam dike.

Li gelek cihan îsal ji ber hişkesaliyê erdên bejî nehatin dirûn, tenê erdên avî tên dirûn ku berhemê wan jî li gorî sala borî nîve nîv kêm bûye.

Erdên avî ku sala borî serê donimê 650-700 kîlo didan, îsal 300-350 kîloyî didin.

Piştî hişkesaliyê bihayê ku hikûmetê ji bo ceh û genim eşkere kir jî moralê cotkaran xira kir.

Hikûmetê ji bo tonek ceh 11 hezar lîre û ji bo tonek genim 13 hezar û 500 lîre diyar kir.

Cotkar dibêjin bihayê ku hikûmetê ji bo wergirtina ceh û genim diyar kiriye xerciyên wan dernaxe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst