Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê, nêzîkî 50 dolarî bilind bû û onseke zêr bi 4052 dolaran tê firotin.
Li gorî şirovekaran, bilindbûna bihayê zêr di roja yekem a vebûna bazaran a vê hefteyê de ji ber nezelaliya di asoya aboriya Amerîkayê de çêbûye.
Amarên têkildarî bazara kar a Amerîkayê û lawazbûna hesta bikarhêneran, bazirgan gihandine wê baweriyê ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê meha bê careke din rêjeya faîzê kêm bike.
"Dibe ku bihayê zêr dakeve"
Şirovekarên kompanyaya şêwirmendiyê ya FXStreetê di vê derbarê de ragihand, "Tevî bilindbûna bihayê zêr jî vebûna hikûmeta Amerîkayê dikare rê li ber bilindbûna zêdetir a bihayê zêr bigire."
Encûmena Pîran a Amerîkayê dê roja duşemê li ser pêşnûmayasayekê deng bide ku dikare bibe sedema bidawîhatina girtina hikûmeta Amerîkayê.
Her wiha agirbesta bazirganî ya di navbera Çîn û Amerîkayê de dikare bihayê zêr daxe.
Pêncşemê amarên têkildarî bihayên bikarhêneran li Amerîkayê dê bên belavkirin û ew amar jî dikarin bandoreke berbiçav li ser bihayê zêr bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse