Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro daket û hinekî ji asta xwe ya bilind a dîrokî dûr ket.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, onseke zêr bi 3,734 dolaran hat firotin.
Bazirganên zêr li benda belavbûna amarên aborî yên Amerîkayê ne ku dê bandorê li ser siyaseta pereyan a Banka Navendî ya wî welatî bikin.
Zêr di peymanên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha Kanûna Pêşîn a îsal, bi 3,765 dolaran tê firotin.
Daxuyaniyên pisporan
Birêvebira Şaxa San Franciscoyê ya Banka Navendî ya Amerîkayê Mary Dalyê ragihand ku ew piştgiriyê dide siyaseta kêmkirina faîzê û li gorî wê divê faîz hîn zêdetir were kêmkirin.
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Tastytradeyê Iliya Spevaki jî li ser heman mijarê got:
"Biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ya derbarê kêmkirina faîzê, nîşanek e ku bank dixwaze rê li ber rawestana geşbûna aboriya Amerîkayê bigire û bazara kar bi hêz bimîne."
Ew şîrovekar dibêje, niha xetên piştgiriyê yên bihêz ji bo bihayê zêr 3,700 û 3,600 dolar in.
Li gorî Iliya Spevak, eger asta herî bilind a bihayê zêr ku 3,790 dolar e û wekî xeta parastinê ya herî xurt tê dîtin were şikandin, bihayê zêr dê bigihîje 3,870 û 3,875 dolaran.
Hinek daneyên aborî yên Amerîkayê yên girêdayî xerckirina bikarhêneran dê roja înê bên belavkirin û ev dê bandorê li ser bihayê zêr bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse