Petrol biha bû: Bermîlek bû 69 dolar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Bazar Bermîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû.

Bazara petrolê li benda encamên dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê ye.

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur îro 23 sentan bilind bû û bi 69 dolar û 3 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê bilind bû û bi 64 dolar û 16 sentî hat firotin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand, gera yekem a dan û standinan rê daye Îranê ku biryardariya Amerîkayê ya ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo pirsgirêka nukleer a Îranê binirxîne.

Wî her wiha diyar kir ku ezmûneke wan a baş a dan û standinan a berê bi Amerîkayê re nebûye.

Pisporên Banka Awistralya û Zelandaya Nû (ANZ) li ser mijarê got:

"Her çi qasî Wezîrê Karên Derve yê Umanê ragihandibe ku dan û standin berhemdar bûn jî Serokê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ya ji bo şandina keştiya duyem a balafirhilgir bo Kendavê nîşan da.

Vê yekê jî guman li ser encama dan û standinan çêkirine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst