RAPOR - Deynê kargehan û xelkê gihiştiye 10 trilyon lîreyan

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Deyn Îcra Kargeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora aborî ya ku CHPyê amade kiriye, deynê kargehan û xelkê gihiştiye 10 trilyon lîreyan.

Li gorî vê raporê, deynê kargehên biçûk û navîn (KOBÎ) ên bankeyan 5 trilyon lîre derbas kiriye ku dike 127 milyar dolar.

Her wiha deynê sektora çandiniyê jî trilyonek derbas kiriye ku dike zêdeyî 25 milyar dolaran.

Li gorî rapora aboriyê ya CHPyê, deynê kargehan û xelkê yê bankeyan gelekî zêde bûye.

Deynê kargehên biçûk û navîn ê ji bankayan re di meha Gulana 2025an de li gorî meha Nîsanê 201 milyar lîre zêde bûye û gihiştiye 5 trilyon û 33 milyar lîreyan ku dike 127 milyar dolar.

Derbarê hinek kargehan şopandina yasayî dest pê kiriye

115,9 milyar lîre deynê kargehan ji ber di dema xwe de nehatiye dayîn ji ber wê yekê derbarê wan kargehan dest bi şopandina yasayî hatiye kirin.

Deynê xelkê ye bankayan jî gihiştiye 4,8 trilyon lîreyan ku dike 122 milyar dolar.

Deynên li daîreyên îcrayê yên derbarê wan şopandina yasayî hatiye destpêkirin îsal 1,5 milyon zêde bûye ku dike zêdeyî 38 milyon dolar.

Deynê sektora çandiniyê zêde bûye

Deynê sektora çandiniyê jî meha Nîsana 2025an 38,4 milyar lîre zêde bûye û gihiştiye trilyonek û 9 milyar lîre ku dike zêdeyî 25 milyar dolaran.

Deynê sektora çandiniyê ji serê salê ve 140 milyar lîre derbas kiriye.

23 milyon dosyayên îcrayê hene

Bi giştî niha 23 milyon û 630 dosyeyên deynan li daîreyên îcrayê ne û derbarê wan şopandina yasayî hatiye destpêkirin.

Ji serê sala 2025an ve 4 milyon û 336 hezar dosyeyên îcrayê zêde bûne.

Dosyayên di bin şopandina yasayî de li gorî sala borî ji sedî 5,9 zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst