Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent îro ne zêde kêm bû û ne jî biha bû.
Doh ji ber metirsiya aloziyên li Rojhilata Navîn bihayê petrola brent heta nêzîkî 68 dolaran bilind bûbû lê petrola zêde ya li bazarê û kêmbûna daxwazê ya li Amerîkayê rê li ber bihabûneke zêdetir girt.
Her çi qasî petrol brent roja çarşemê ji ber êrişa Îsraîlê ya li Qeterê dolarekê biha bûbe jî îro ne zêde erzan bû û ne jî biha bû.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê tenê çend sentan bilind bû û bi 67 dolar û 50 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman awayî hinekî bilind bû û bi 63 dolar û 69 sentan tê firotin.
Her çi qasî dihat payîn ku qebareya petrola Amerîkayê bi qasî milyonek bermîlî kêm bibe jî Birêvebiriya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê eşkere kir ku petrola li depoyan hefteya borî 3,9 milyon bermîl zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse