Onsa zêr bi 4,133 dolaran tê firotin

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina dolar û pêşbîniyên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve bilind bû.

Bihayê onseke zêr piştî vebûna bazarên cîhanê, îro bi rêjeya ji sedî 0,2 bilind bû û ons bi 4,133 dolaran hat firotin.

Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî bi rêjeya ji sedî 0,6 bilind bû û derket 4,140 dolarî.

Analîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got, "Daketina bihayê dolar di berjewendiya zêr û zîv de bûye."

Li Amerîkayê Senatoyê roja duşemê pêşnûmayasayek ji bo vekirina hikûmetê pesend kir û ew pêşnûmayasa ji dengdana dawî ji Meclisa Nûneran re hatiye şandin.

Bazirgan her wiha pêşbînî dikin ku îhtimal heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê meha pêşiya me careke din rêjeya faîzê kêm bike.

Kêmkirina rêjeya faîzê bihayê dolar kêm dike û ev yek jî di berjewendiya bihayê zêr de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst