Onsa zêr 4200 dolar derbas kir

13-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro jî wekî rojên borî bilindbûna xwe domand û onsa  zêr 4 hezar û 200 dolar derbas kir.

Hêviya kêmkirina rêjeya faîza bankê di meha bê de û daketina bihayê dolar, sedemên bilindbûna bihayê zêr in.

Onsa zêr niha bi 4 hezar û 215 dolaran tê firotin û bi vî awayî gihiştiye asta herî bilind a 3 hefteyên dawî.

Bihayê zêr a vê hefteyê bilindbûna xwe domand lê analîst dibêjin ku vebûna hikûmeta Amerîkayê dikare rê li ber bilindbûna zêdetir a bihayê madenê zer bigire.

Analîstê kompanyaya şêwirmendiyê ya FXStreetê Harsh Menqani li ser mijarê got:

"Berdewamiya bihayê zêr a li ser 4 hezar û 200 dolarî ji bo bilindbûneke zêdetir alîkar e, her çend vebûna hikûmeta Amerîkayê dikare rê li ber bilindbûna zêdetir a bihayê zêr bigire."

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh çend saetan piştî pesendkirina projeyasayekê ji bo vekirina hikûmetê, projeyasa îmze kir û bi vî awayî dawî li girtina hikûmeta Amerîkayê hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst