Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê daket û onsek zêr bi nêzîkî 4077 dolaran tê firotin.
Sedema sereke ya vê daketinê, bilindbûna bihayê dolar û kêmbûna bendewariyan e ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve.
Doh bihayê zêr heta bi nêzîkî 4130 dolarî bilind bûbû lê îro dîsa daket.
Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê OANDAyê Kelvin Wong derbarê mijarê got:
"Du hefteyên dawî bendewariyên ji bo kêmkirina rêjeya faîza bankê kêm bûne û vê yekê zerereke mezin gihandiye bihayê zêr."
Li gorî wî şîrovekarî, di demeke kurt de ev yek dê bibe sedem ku bihayê zêr di bin asta 4100 dolarî de bimîne.
Di heman demê de, endeksa dolar ku nirxê bihayê li hemberî şeş pereyên sereke yên cîhanê dipîve, gihîştiye asta xwe ya herî bilind a du hefteyên dawî.
Bilindbûna bihayê dolar, daxwaza ji bo kirîna zêr li wan welatên ku bi pereyên din ên ji bilî dolar dan û standinê dikin, kêm dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse