Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi vebûna bazarên Asyayê re, bihayê Bitcoinê 4 hezar û 329 dolaran daket û bi 85 hezar û 980 dolarî miamele pê hat kirin.
Doh bihayê Bitcoinê gihiştibû 92 hezar û 900 dolarî.
Bihayê Ethereuma ku duyem diravê dîjîtal ê herî mezin e jî 170 dolarî daket û bi 2 hezar û 819 dolaran miamele pê hat kirin.
Bi vî awayî tenê îro bihayê Bitcoinê ji sedî 4,80 û bihayê Ethereumê jî ji sedî 5,81 daket.
Bazara diravên dîjîtal hîn jî ne aram e.
Ev yek piştî pêleke firotinê tê ku destpêka meha Çiriya Pêşîn dest pê kiribû.
Di wê demê de miameleyên kirîna bi deyn ên bi qîmetê 19 milyar dolaran hatibûn betalkirin û ji dest çûbûn.
Ji ber daketina îro jî 200 milyon dolarên din ên bazirganan ji dest çûn û wan zerer kir.
Berpirsê Beşa Miameleyên Asyayê yê saziya "Vulcan X"ê Sean McNulty ragihand, "Ev destpêka 'dûrketina ji rîskê' ya di meha Kanûna Pêşîn de ye."
McNulty amaje pê kir ku çavkaniya herî mezin a dilgiraniyê lawaziya veberhênan û herikîna pereyan a nav sindoqên Bitcoinê û nebûna kiryaran a di dema daketina bihayê de ye û got:
"Em ji bo Bitcoinê wekî xala piştevaniya sereke ya paşerojê çavdêriya asta 80 hezar dolarî dikin."
Li aliyê din, tê çaverêkirin ku vê hefteyê derbarê rewşa aboriya Amerîkayê nîşaneyên diyarker derkevin.
Hefteya bê jî Banka Navendî ya Amerîkayê dê derbarê rêjeya faîzê biryarê bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse