Zîv careke din biha bû

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zîv Amerîka Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amarên erênî yên enflasyonê yên li Amerîkayê, piştî rojeke tijî ziyan, bihayê zîv careke din zêde kir.

Daketina enflasyonê hêviyên hilberîneran ên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê zêde kir û ev yek bû sedem ku zîv wekî stargehekê balkêştir bibe.

Li Amerîkayê kêmbûna enflasyonê bihayê zîv bilind kir

Li gorî vê yekê, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2,490 dolaran e.

Di girêbestên paşerojê de jî yên ji bo radestkirina meha bê, onsek zîv bi 77,96 dolaran e.

Amarên enflasyonê yên li Amerîkayê bandoreke rasterast li ser bihayê zîv kiriye.

Li gorî amarên ku duh înê êvarî hatin belavkirin, meha borî enflasyon ji sedî 2,7 daketiye ji sedî 2,4 ku ev ji pêşbîniyan kêmtir bû û bihayê metalan bilind kir.

Rêjeya enflasyona bingehîn jî ku xeynî xwarin û enerjiyê hemû kelûpelan li xwe digire, ji sedî 2,6 daket ji sedî 2,5an.

Van amaran hêviya hilberîneran a ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve zêdetir kir.

Piştî belavbûna amaran, bihayê dolar jî li hemberî pereyên sereke lawaz bû û vê yekê piştgiriyeke zêdetir da bihayê zîv.

Roja çarşemê hikûmeta Amerîkayê ragihandibû ku meha borî peydakirina derfetên kar di sektora taybet de ji 48 hezarî gihîştiye 130 hezarî.

Vê yekê hêviya hilberîneran a ji bo kêmkirina rêjeya faîzê heta nîvê îsal kêm kiribû.

Roja pêncşemê, bihayê onseke zîv ji asta 84 dolaran daketibû bin 75 dolaran û ji sedî 11,38ê bihayê ziv kêm bûbû.

Tevî bilindbûna duh jî, ev sêyemîn hefte ye li pey hev ku dan û standinên heftane bi daketinê bi dawî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst