Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû.
Bazirgan di wê baweriyê de ne ku êrişên Ukraynayê yên li ser sazî û dezgehên petrolê yên Rûsyayê dê bibin sedema kêmbûna petrola Rûsyayê ya li bazaran.
Îro bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 25 sentan biha bû û bi 67 dolar û 59 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman rêjeyê biha bû û bi 63 dolar û 44 sentan hat firotin.
Ukraynayê êrişên xwe yên li ser sazî û dezgehên petrolê yên Rûsyayê zêde kirine û bi wê hêvî ye ku şiyana Rûsyayê ya li eniyên şer kêm bike.
"Rûsya ji sedî 10ê petrola cîhanê dabîn dike"
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:
"Rûsya ji sedî 10ê petrola cîhanê dabîn dike û êrişên Ukraynayê bandor li hilberîna petrola Rûsyayê kiriye.”
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî roja duşemê ragihand ku wî ji Çînê xwestiye kirîna petrola Rûsyayê kêm bike û heke na dê baca gumrikê ya zêde li ser kelûpelên Çînî bisepîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse