Bermîla petrolê bi derdora 62 dolaran tê firotin

16-10-2025
Nîşan Petrol Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû.

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 57 sentan bilind bû û bi 62 dolar û 48 sentan hat firotin.

Petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 54 sentan biha bû û bi 58 dolar û 81 sentan hat firotin.

Doh bihayê petrola brent û petrola sivik a Teksasê ji ber gurbûna şerê bazirganiyê û pêşbîniyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê yên ji bo pêşkêşkirina zêde ya petrolê di sala bê de, daketibû asta herî nizm a 5 mehên dawî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Serokwezîrê Hindistanê soz daye wî ku dev ji kirîna petrola Rûsyayê berde, ev yek jî îro bû sedema bihabûna petrolê.

Hindistan û Çîn du kiriyarên herî mezin ên petrola Rûsyayê ne ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê ve ceza li ser wan hatiye danîn.

Analîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got, “Eger Rûsya kiriyarekî petrolê ji dest bide, dê bandoreke erênî li ser bihayê petrolê bike."

Îro dê amarên heftane yên petrolê ji aliyê Birêvebiriya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê ve bên belavkirin û îhtimaleke mezin heye ku bandorê li bihayê petrolê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst