Li Meksîkayê balafir ket, herî kêm 7 kes mirin

7 demjimêr berê
Nîşan Meksîka Balafir Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê bajarê Meksîkoyê yê paytexta Meksîkayê, balafireke biçûk ket û herî kêm 7 kes mirin.

Koordînatorê Parastina Sivîl a Meksîkoyê Adrian Hernandez ragihand ku balafir 50 kîlometreyan li rojavayê paytextê ketiye.

Hernandez diyar kir, balafira biçûk a ku 5 kîlometreyan dûrî Balafirgeha Tolucayê bûye, dema xwestiye bi awayekî bilez dakeve ketiye xwarê.

Di balafirê de 10 kes hebûn

Adrian Hernandez da zanîn ku li gorî qeydan di balafirê de 8 rêwî û 2 personel hebûne.

Hernandez destnîşan kir ku heta niha wan xwe gihandiye termên 7 kesan.

Li aliyê din hat ragihandin ku derbarê sedema ketina balafirê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst