Senaryoya kêmkirina faîzê li Amerîkayê û bandora wê

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Amerîkayê Faîz Biryar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara îro ya Banka Navendî ya Amerîkayê li bazarên cîhanê ji nêz ve tê şopandin.

Hilberîner vê biryarê wekî yek ji girîngtirîn daxuyaniyên siyaseta diravî ya sala 2025an dibînin.

Banka Navendî ya Amerîkayê piştî salekê ji enflasyona berdewam û hêdîbûna geşepêdana aborî, di bin zextê de ye ku mercên wergirtina deynan ji bankan hêsantir bike lê di heman demê de divê bi baldarî tevbigere da ku nebe sedema ji nû ve bilindbûna enflasyon û nirxan.

Encama biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ku dê îşev saet 21:00an bi dema Hewlêrê were eşkerekirin, ne tenê dê lêçûnên deynkirinê li Amerîkayê diyar bike, her wiha dê bandorê li ser tevgera sermaye, nirxê pereyan û kelûpelên cîhanî jî bike.

Çima ev biryar girîng e?

Ji bo bazirgan, şîrket û welatiyan, biryara îro çarenivîssaz e.

Kêmkirina faîza bankê (eger çêbibe), dê bibe yekem bandora berbiçav a li ser lêçûna deynan piştî guhertinên dawiya sala 2024an, bi awayekî ku dikare arasteya bazara xanî û niştecihbûnê, hilberînan û xerckirinê biguherîne.

Tiştê ku biryara îro girîngtir dike, hêza îşaretên wê ye.

Bazaran berê kêmkirina 25 xalan (ji sedî 0,25) hema hema wekî tiştekî misoger nirxandibû lê rêbernameya paşerojê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ku dê îşaretê bide yek, du  an çend kêmkirinên din di vê salê de, dê arasteya bazarê ji bo çend hefteyên pêş diyar bike.

Hilberîner ne tenê li guhertina faîzê, her wiha li axaftinên Serokê Bankê Jerome Powell ên derbarê enflasyonê, berxwedana bazara kar û metirsiyên cîhanî jî dinêrin.

Biryara îşev, wekî pîvanekê dê bandorê li ser wê yekê bike ku Banka Navendî ya Amerîkayê çi qasî û bi çi astê amade ye ji bo nermkirina siyaseta diravî û kêmkirina faîzê li hemberî zêdebûna astengiyên siyasî û aborî.

Senaryoyên Muhtemel

Senaryoya herî bi îhtimal  kêmkirina ji sedî 0,25: Li ser kêmkirina 25 xalan, ango kêmkirina ji sedî 0,25 ji rêjeya faîza bankê, lihevkirinek heye.

Li gorî rapirsiyan, nêzîkî ji sedî 96ê bazirganan piştrast in ku îşev faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 were kêmkirin.

Eger ev yek bibe, dê geşbîniyeke navîn li bazaran çêbibe lê divê neyê jibîrkirin ku bazaran berê di çend hefteyên borî de ev yek pêşbînî kiribû, lewma dibe ku bertek di vê senaryoyê de tund û ji nişka ve nebin.

Di vê senaryoyê de, îhtimal heye ku bihayê pişkên şîrketan li borsayê ji sedî 1 heta ji sedî 1,5 bilind bibe.

Bihayê zêr dibe ku ji bo her onsekê 45-60 dolar zêde bibe û nirxê dolarê Amerîkî jî heta ji sedî 1 dakeve.

Senaryoya duyem (Kêmkirina 50 xalan): Kêmkirineke mezintir bi 50 xalan, ango bi rêjeya ji sedî 0,5 ku li gorî rapirsiyan îhtimala wê tenê nêzîkî ji sedç 4 e, dê bibe sedema bilindbûneke bilez a bihayê pişkan û zêr.

Senaryoya sêyem (Kêm nekirin): Di senaryoyekê de ku faîza bankê neyê kêmkirin û wekî xwe di asta ji sedî 4,25de bimîne, dê bazaran şok bike û pêleke firotinê li piraniya bazaran dest pê bike.

Kîjan ji van senaryoyan dê biqewime, axaftinên îşev ên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê dê diyar bike.

Pêşbîniyên berfireh ên bazaran

1. Zêr û kelûpelên sereke

Zêr: Tê pêşbînîkirin ku nirxê zêr bi rêjeya ji seîd 1,5 heta ji sedî 2 (nêzîkî 45-60 dolar ji bo her onsekê) bilind bibe, eger faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25were kêmkirin.

Petrol: Kêmkirina faîza bankê dê bandoreke kêmtir li ser nirxê petrolê bike û tê pêşbînîkirin ku nirxê petrolê bi rêjeya ji seîd 0,5 heta ji sedî 0,8 bilind bike, heya ku Banka Navendî rêjeya faîzê bi rêjeyeke zêdetir, ango ji sedî 0,5 kêm neke.

2. Pere (Doviz)

Îndeksa Dolar: Piştî 24-48 saetan ji kêmkirinê, tê pêşbînîkirin ku nirxê dolar bi rêjeya ji sedî 0,5 heta ji sedî 1,0 dakeve.

Euro: Nirxê Euroyê li hemberî dolar bilind dibe û nêzîkî 1,12-1,13 dibe.

Pereyên Bazarên Geşepêdayî: Îhtimala bilindbûna pereyên wekî lîreyê Tirkî bi rêjeya ji sedî 0,7 heta ji sedî 1,4 heye.

3. Pişk (Hisse)

Îndeksa S&P 500: Ev îndeksa ku sembola nirxê pişkên 500 şîrketên mezin ên Amerîkayê ye, bi îhtimaleke mezin dê bi rêjeya ji sedî 1 heta ji sedî 1,5 bilind bibe.

Îndeksa Nasdaq: Ev îndeksa ku nûnertiya şîrketên teknolojiyê dike, dê bi rêjeya ji sedî 2 heta ji sedî 2,5 bilind bibe.

Pişkên Bankan: Nirxê pişkên bankan dê kêm bilind bibe, ji ber ku dema faîza bankê dakeve, qezenca wan jî kêm dibe. Tê pêşbînîkirin ku nirxê pişkên bankan tenê bi rêjeya ji sedî 0,2 heta ji sedî 0,5 bilind bibe.

Nêrîna ji bo paşerojê

Eger Banka Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya îşev de îşaretê bide 2-3 kêmkirinên din, îhtimal heye ku îndeksa S&P 500 heta dawiya 2025an bi rêjeya ji sedî 5 heta ji sedî 7 bilind bibe.

Lê eger Banka Navendî tenê îşaretê bide yek kêmkirineke din a faîzê, îhtimal heye ku nirxê pişkan bi rêjeya ji sedî 2 û ji sedî 3 dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst