Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna xwe ya meha Îlonê de biryar da ku rêjeya faîzê 25 pûanan kêm bike.
Piştî biryarê zêr rekor şikand û dolar bi awayekî berbiçav daket.
Biryara ku dihat payîn hat dayîn
Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) di civîna xwe ya polîtîkaya pereyan a meha Îlonê de rêjeya faîzê 25 pûanan daxist û anî asta ji sedî 4,00-4,25.
Ev wekî kêmkirina yekem a faîzê ya Fedê ya îsal hat tomarkirin.
Fedê herî dawî 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an faîz 25 pûanan kêm kiribû û daxistibû asta ji sedî 4,25-4,50.
Ji wê demê ve rêjeyên faîzê neguherîbûn.
Biryar bi 11 dengan li hemberî dengekî hat dayîn
Biryara kêmkirina rêjeya faîzê bi 11 dengan li hemberî dengekî hat dayîn.
Stephen Miranê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî endamê Komîteya Birêvebir a Fedê hatibû tayînkirin, dengê xwe da kêmkirina 50 pûanî û mixalif ma.
Rayedarên Fedê ji bo dîtina bandorên polîtîkayên aborî yên tund ên Trump ji Kanûna Pêşîn ve di rêjeyên faîzê de ti guhertin nekiribûn.
Ji Fedê peyama kar û enflasyonê
Di metna biryarê de hat diyarkirin ku rîskên li ser kar zêde bûne û enflasyon “hinekî” bilind e.
Li gorî pêşbîniyên nû, endamên Fedê plan dikin ku piştî kêmkirina îro, îsal rêjeyên faîzê nîv pûanê din jî kêm bikin.
Zêr rekoreke dîrokî tomar kir
Onseke zêr beriya biryara faîzê bi qasî 3 hezar û 687 dolaran dihat firotin.
Piştî biryarê yekser derket 3 hezar û 708 dolaran û rekora hemû deman şikand.
Zêrê gram bi bandora bilindbûna onsa zêr, di amarên fermî de derket 4 hezar û 919 lîreyan û rekor şikand.
Endeksa dolarê Amerîkî bi awayekî tund ket
Endeksa dolarê Amerîkî beriya biryara faîzê 96,72 pûan bû.
Piştî kêmkirina faîzê bi awayekî tund ket 96,21 pûanan.
Parîteya euro/dolarê bilind bû
Parîteya euro/dolarê beriya biryarê li dora asta 1,18an bû.
Piştî kêmkirina faîzê, parîteya euro/dolarê derket asta 1,19an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse