Hewlêr (Rûdaw) - Reşnivîsa bûdceya Tirkiyê ya sala 2021ê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve radestî komîsyona pêwendîdar hate kirin. Komîsyon beş bi beş gotûbêj dike û biryar e heta meha kanûnê xebatên xwe bi dawî bîne û bûdce were pesendkirin.
Li Tirkîyê bûdce li gor wezaret û îdareyên fermî tê dabeşkirin.Tê pêşbînîkirin ku bûdceya sala 2021ê ya Tirkiyê Tirilyonek 346.1 milyar lîre be.
Reşnivîsa bûdceya sala 2021ê ji aliyê serokkomarê Tirkiyê ve radestî komîsyona bû. Piştî gotûbêjên di komîsyonê de dawiya salê bûdceya 2021ê dê were pesendkirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Abdulselam Akincî ji xelkê Amedê pirsî “Li gor we pirsgirêkên bajarên Kurdan çi ne? Bi ya we ji bo çareseriyek mayînde divê bûdce çawa were dabeşkirin?”
Serokê Komeleya Eşîra Bêrtiya Musa Yeşil Taş got: “Bi min pirsgireka yekem pirsa Kurdan e, ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e herwiha pirsa Tirkan e jî. Pirsa duyem jî bêguman aborî ye. Divê kesên rêveberiya vî welatên dikin ew çareseriyekê ji rewşê bibînin. Bi min çareserî heye, divê Serokomar werzîran zêde serbest ne berde û wan bixe bin bandora xwe.”
Xanenişîn Abdurahman Acar jî got: “Berî her tişt li vê derê demokrasî nîne. Rê nedan mirov ji bilî kar, aborî û nanê xwe li ser tişteke din fikir bike. Ew dibêjin qey dê derve pirsa çareser bikin, lê wisa nîne. Divê dabeşkirineke wekhev hebe.
Karkerê bi navê Mehmetşah Candan jî wiha axivî: “Pirsa sereke aborî ye û bi ser de jî vîrusa Coronayê hat. Ew kesên ku rewşa wan a aborî dijwar bû niha rewşan wan perişantir dibin. Eger her tişt bi edalet were parvekirin her tişt dê bixwe çareser bibe.”
Di heyamê pandemiyê de kêşeyên aboriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde bûne. Di reşnivîsa bûdceyê de ji bo Wezareta Tendurustiyê 238 milyar lîrê hatîye terxankirin.
Bûdceya herî zêde bi 60 milyar û 48 milyon û 939 hezar lîre ya Wezareta Beravanyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse