Veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bo Ceyhanê destpê kiriye

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Boriya Petrola Kurdistanê BOTAŞ Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya BOTAŞ ku kompaniya serekî ya broiyên veguhastina petrolê li Tirkiyê ye, îro ragihand ku boriya petrola Herêma Kurdistanê ku şeva bihorî di navbera parêzgehên Dîlok û Gumgumê yên Bakurê Kurdistanê de teqiyabû, bi temamî hatiye çêkirin û veguhastina petrolê di rêya vê boriyê re ji demjimêr 11:00 de dubare dest pê kiriye.

Kompaniya Xetên Boriyan û Veguhestina Petrolê ya Tirkiyê (BOTAŞ) îro 19ê Çileya 2022ê ragihand ku agirê li Taxa Narli ya girêdayî navçeya Pazarcixê ya Gumgumê ya ji ber teqîna boriya veguhastina petrolê ya di navbera parêzgehên Gumgum û Dîlokê de bi temamî hatiye vemirandin û di demjimêr 11:00an de dîsan dest bi veguhestina petrolê hatiye kirin.

Parêzgariya Gumgumê jî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku agirê teqîna boriya petrolê bi giştî hatiye vemirandin û dest bi veguhestina petrolê hatiye kirin.

Di daxuyaniya xwe de Parêzgariya Gumgumê dibêje: “Li gor lêkolînên destpêkê û îfadeya welatiyekî ku bo Fermandariya Cendirmeyan daye ji ber rewşa hewayê ya nerênî sitûna elektrîkê ketiye û bûye sedema teqînê. Herwiha îro 19ê Çileya 2022ê di demjimêrên nîvro de agir bi giştî hatiye vemirandin û veguhestina petrolê berdewam e.”

Parêzgariyê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê daye ku derbarê bûyerê de lêpirsîneke piralî berdewam e

Boriya veguhestina petrola Başûrê Kurdistanê di navbera parêzgehên Gumgum û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê de şeva borî teqiyabû û ji ber vê yekê rêya sereke ya navbera Dîlok û Gumgumê hatibû girtin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî îro danê sibehê derbarê teqîna boriya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê ji Rûdawê re gotibû, “teqîna boriya petrola Kurdistanê li Tirkiyê bi sedema kontakta elektrîkê bûye û karekî terorîstî nebûye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, heta êvara Sêşembê 18ê Çileya 2022an, rojane 415 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û herwiha rojane 75 hezar bermîl petrola Kerkûkê jî di rêya boriya petrola Kurdistan-Tirkiyê ve dihat hinardekirin, bi wê yekê jî berî teqînê rojane bi giştî 490 hezar bermîl petrol di rêya wê boriyê re dihat hinardekirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst