Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 967 hezar zarok ji neçarî kar dikin û di nav 8 salan de 519 zarokan li ser kar canê xwe ji dest daye.
Her wiha girêdayî rewşa aborî û civakî sal bi sal hejmara zarokên ku dixebitin jî zêde dibe.
Li gorî TUIKê, sala 2017an hejmara karkerên zarok ku temenê wan di navbera 15 û 17 salî de ye 678 hezar bûye û sala 2024an bi zêdebûna ji sedî 42,63yan ev hejmar gihiştiye 967 hezar zarokan.
Li aliyê din, Weqfa Navenda Perwerde û Zanîstî ya Zarokên Dixebitin (FIŞEK) diyar kir ku ji sala 2017an û heta sala 2024an 519 zarokan li ser kar canê xwe ji dest daye.
Rêjeya zarokên ku tevlî sûcan bûne zêde bûye
Her wiha li gorî amarên Weqfê, niha mîlyonek zarok wekî karker dixebitin.
Li gel vê yekê li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, 14 salên dawî rêjeya zarokên ku tevlî sûcan bûne ji sedî 242 zêde bûye.
Navên 284 hezar zarokan par ji ber tawanan hatine qeydkirin.
Bi taybetî di nav rêxistinên tawanan de, bikaranîna zarokan zêde bûye û di operasyonên madeyên hişbir de jî beşeke zêde ya gumanbarên ku hatine desteserkirin zarok in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse