Bihayê petrola brent bi ser 64 dolaran ket

23-10-2025
Nîşan Petrol Bihabûn Rûsya Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Amerîkayê siza li ser kompanyayên petrolê yên Rûsyayê sepandin bihayê petrolê îro bi rêjeya ji sedî 2,5 bilind bû.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 1 dolar û 56 sentan bilind bû û bi 64 dolar û 15 sentan hat kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê 1 dolar û 53 sentan bilind bû û bi 60 dolar û 3 sentan hat kirîn û firotin.

Amerîkayê ji Rûsyayê xwest ku demildest agirbestê ragihîne û gefa sepandina sizayên zêdetir li Rûsyayê xwar.

Amerîka bi hêviya ku Rûsyayê bi agirbestê razî bike heta niha razî nebûbû ku zexteke zêdetir li Rûsyayê bike û kompanyayên petrolê ceza bike lê Rûsya êrişên xwe yên li ser Ukraynayê didomîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê siza li ser du kompanyayên mezin ên Rûsyayê (Rosneft û Lukoil) sepandin.

Hefteya borî jî Brîtanyayê siza li ser her du kompanyayan sepandibûn.

Li aliyê din, Yekîtiya Ewropayê pakêta 19emîn a sizayên li ser Rûsyayê pesend kir ku qedexekirina gaza şil (LNG) a ji Rûsyayê di nav xwe de dihewîne.

Philip Novayê analîstê kompanyaya şêwirmendiyê ya Philip Novayê ragihand:

"Sizayên nû yên li ser şirketên petrolê yên Rûsyayê dibin sedema kêmbûna dabînkirina petrolê û vê yekê jî bihayên petrolê bilind kirine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst