Piştî agirbestê çûn û hatina li deriyên sînorî asayî bûn

25-06-2025
RÛDAW
Deriyên sînorî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Deriyên sînorî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Deriyên Sînorî Îran Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, her çend hat û çûna li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gav bi gav ji nû ve dest pê kiribe jî tevgera bazirganiyê hîn jî venegeriyaye wekî asta xwe ya berê.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cabar ragihand ku li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, rojane di navbera 300 û 350 wesayît de çûn û hatine dikin lê ev hejmar di rojên şer de daketibû navbera 50 û 100an.

Her çend niha zêdebûneke gav bi gav tê dîtin jî sistbûna bazarê û kêmbûna xwestekan, rê li ber vejîna bazirganiyê digirin.

Bazirganên herêmê ji peyamnêrê Rûdawê re got, “Em dikarin kelûpelan ji Îranê bînin lê li Kurdistanê bikir nînin.”

Her wiha, ji ber bilindbûna baca gumrikê, bazirgan berê xwe didin deriyên din.

Li Îbrahîm Xelîlê bazirganî ji sedî 5 kêm bûye

Li gorî zanyariyên ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, hejmara wesayîtên bazirganiyê yên ku di sala 2024an de derbas bûne, li gorî sala 2023an ji sedî 5 kêm bûye.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd radigihîne ku hejmara wesayîtên ku rojane di gumrikê re derbas dibin, ji 4-5 hezaran daketiye 2-3 hezaran.

Her çend hatûçûna rêwiyan zêde bûbe jî,kêmbûna bazirganiyê balê dikşîne.

Li Perwêzxanê bazirganî baş dibe lê hêdî ye

Nûçegihanê Rûdawê Huner Hemîd ji Deriyê Sînorî yê Perwêzxanê ragihand ku tevgera bazirganiyê ji nû ve dest pê kiriye lê di asteke sînordar de maye.

Her çend hejmara wesayîtên ku rojane derbas dibin ji 150î derketiye 260î jî, li gorî demên berê hîn jî kêm e.

Her wiha tê diyarkirin ku di rêbaza veguhastina sotemeniyê de guherîn hatiye kirin û li şûna tankeran, veguhastin bi bidon û bermîlan tê kirin.

Cudahiya di tarîfeyên gumrikê de jî yek ji gazinên karsazan e.

Li Başmaxê derbasbûna ji Îranê hêdî bûye

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ji Deriyê Sînorî yê Başmaxê radigihîne ku ajokar ji ber kontrolên li aliyê Îranê neçar dimînin 5-6 rojan li bendê bimînin.

Ji ber ku Îranê karûbarên gumrikê giran kiriye, hejmara derbasbûna rojane daketiye heta 30-40 wesayîtan.

 Ev rewş bi taybetî ajokarên ku veguheatina transît dikin dixe tengasiyê.

 

Balafirgeha Kerkûkê hîn jî girtî ye

Bi gotina Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husemedîn, Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ev 13 roj in girtî ye.

Ji bo ji nû ve destpêkirina geştan, tê payîn ku hikûmeta Îraqê lîsteya nû ya geştan bişîne.

Rayedar pêşbînî dikin ku bi vebûna Balafirgeha Mûsilê re, dibe ku geştên li Kerkûkê jî ji nû ve dest pê bikin.

Dibe ku bandor li bazirganiya salane ya 600 milyon dolarî bibe

Qebareya bazirganiya salane ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de di navbera 500 û 600 milyon dolarî de ye.

Ev jî tê wateya bazirganiyeke rojane ya bi navincî 1,6 milyon dolar e.

Her çend piştî agirbestê hatûçûn di asteke sînordar de dest pê kiribe jî pispor di wê baweriyê de ne ku ji bo başbûna hîn jî wext pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst