Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê daket û bi vî awayî ji asta xwe ya herî bilind a 7 hefteyên dawî vekişiya.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur piştî vebûna bazarên Asyayê, 26 sentan daket û bermîlek bi 69 dolar û 5 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 27 sentan daket û bi 64 dolar û 72 sentan hat firotin.
Te gotin ku îhtimala hinartina petrola Herêma Kurdistanê yek ji wan faktoran e ku bûye sedema daketina bihayê petrolê.
Divê were gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê û Alîkarê Serokwezîr Fuad Husên doh ji Bloombergê re got ku Îraq ji ber rawestandina hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê, di navbera 22 û 25 milyar dolaran de zerer kiriye.
Wî her wiha got, bi îhtimaleke mezin vê hefteyê hinartina petrolê dê ji nû ve dest pê bike.
Doh, ji ber kêmbûna berbiçav a qebareya petrola yedek a li Amerîkayê, bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 2,5 bilind bûbû.
Lê belê, îhtimala hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve zextê li ser bihayan dike.
Nirxandina pisporan
Şirovekara Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Phillip Novayê Priyanka Sachdevayê derbarê mijarê got:
“Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dikare bandorê li zêdekirina pêşkêşkirina petrolê ya li bazaran bike."
Lê fikarên derbarê êrişên Ukraynayê yên li ser dezgehên petrolê yên Rûsyayê ji aliyekî din ve piştgiriyê didin bihayê petrolê.
Priyanka Sachdevayê her wiha got, “Eger bazara petrolê rastî şokên din ên jeopolîtîk neyê, îhtimal heye ku bihayê petrolê demekê di asta xwe ya niha de bimîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse