Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro zêdetir biha bû û onsa wî gihişt 4 hezar û 160 dolaran.
Belavbûna amarên nû yên li ser aboriya Amerîkayê, îhtimala kêmkirina faîzê ya li Amerîkayê ya di meha bê de zêdetir kiriye.
Bihayê onsa zêr îro berê sibehê, piştî vebûna bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 0,8 bilind bû û 4 hezar û 160 dolar derbas kir.
Li gorî wan amarên ku doh hatin belavkirin, sektora firotina perakende li Amerîkayê kêmtir ji asta pêşbîniyan bilind bûye.
"Texmîn guherîn"
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:
"Niha texmîn ber bi aliyê kêmkirina faîzê ya meha kanûna pêşîn guherîne.
Daxuyaniyên berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê jî amaje bi îhtimala zêdetir a kêmkirina faîzê ya di meha bê de dikin."
Niha bazirgan şansê kêmkirina faîzê bi rêjeya ji sedî 84 datînin.
Kêmkirina faîzê bihayê dolar kêm dike û dibe sedema bilindbûna bihayê madenan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse