Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 30ê Hezîranê baca otomobîl nayê standin

27-03-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li gorî par bazara otomobîl nîvî nîvî ketiye
Li gorî par bazara otomobîl nîvî nîvî ketiye
Nîşan Tirkiye bakurê Kurdistanê Bazar bac Seyare
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber qeyrana aboriyê buhayê otomobîlan ji sedî 60 zêde bû. Ji ber vê yekê salane firotina seyareyên nû ji milyonek seyareyan daket 400 hezar seyareyan.

 

Hikûmet ji bo zindîkirina bazara seyareyan biryar da ku heta 30ê Hezîranê baca taybet a li ser otomobîl wernegire. Firoşkar ji vê gavê kêfxweş in û ew bawer dikin ku bi vê biryarê re firotina seyareyên nû ji sedî 25 zêde bibe.

 

Ev demek bû ku ji ber qeyrana aboriyê hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku bazara otomobîlan ango ya erebeyan zindî bike, di firotina seyareyên nû de baca taybet heta 31ê Adarê rakiribû.

 

Li gorî par bazara otomobîlan nîvî nîvî ketiye. Ji ber vê yekê hikûmetê biryar da ku 3 mehên din baca taybet di firotina seyareyan de wernegire. Ji ber vê yekê firoşkarên seyareyan ji vê pêngavê kêfxweş in.

 

Derbarê mijarê de Berpirsyarê Firotina Kompaniya Otomobîlan Hîkmet Odabaşî ji Rûdawê re wiha got: “Li Tirkiyeyê pêşbinî ew e ku heta dawiya salê 400 hezar bêne firotin. Lê beriya ku dolar û ewro bilind bibe salane milyonek seyare dihatin firotin. Bi vê gava hikûmetê re, heta 3 mehên din jî baca taybet nayê standin. Ji ber vê yekê jî em texmîn dikin dê îsal 500 hezar seyare bêne firotin. Ev tê vê wateyê ku ji sedî 25 firotina seyareyan zêde bibe. Ev gav başê xiraba ye.

 

Ji ber vê gava hikûmetê, kesên ku bixwazin otomobîlên nû bikirin, ji 100 hezarî nêzîkî 20 hezar lîreyê tirk di berîka wan de dimîne. Lê digel vê kampanyayê jî hejmara kesên ku nikarin seyareyên nû bikirin jî pir in.

 

Gelek kesên ku pêdiviya wan bi otomobîlan heye û nikarin otomobîleke nû bikirin, neçar dimînin ku seyareyên kevin bikirin. Lê li gorî wan ger pere tunebe, buha çiqas dakeve jî vala ye.

 

Welatiyê bi navê Ridvan Bînen got: “Bazar jixwe tune ye. Bazar pir giran e.”

 

Welatî Selîm Ekmen jî anî ziman: “Bazara yên nû baş e, lê bazara yên kevin xirab e.”

 

Welatî Murat Oner jî dibêje: “Ji bo seyareyek bistînim hatim. Ne erzan in, buha ne.”

 

Welatî Nacî Akkoyun jî wiha axivî: “Kêmahî û zêdehî tune ye. Eynî ye. Di destê milet de pere tune ye. Vaye ji serê sibehê de min aniye, nake yek qirûşek jî.”

 

Hikûmet ji bo ku xelk bikaribe jixwe re otomobîlşn nû bikire, heta 30ê Hezîrana 2019ê baca taybet wernagire. Lê daxwaza firoşkaran ew e ku hikûmet dema nestandina baca taybet heta dawiya salê dirêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst