Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza mitbexê biha bû

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Gaza Mitbexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê gaza mitbexê  îro biha bû û herweha motorîn jî ji îşev û pê de careke din biha dibe.

Piştî ku lîreyê Tirkî li beramberî dolar û diravên biyanî bêqîmet bû, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûn roj bi roj zêdetir dibe. 

Îna derbasbûyî lîtreya motorînê 1 lîre û 55 quruşan biha bibû, roja sêşemê benzîn 2 lîreyan giran bibû û doh jî oto gaz 24 quruşan giran bû.

Ji îşev û pê de motorîn 1 lîre û 45 kuruşan giran dibe. Bi vê girankirinê re li Stenbolê lîtreya motorînê dibe 35 lîre û 37 quruş, li Enqereyê dibe 35 lîre û 86 quruş û li Îzmîrê jî dibe 36 lîre û 30 quruş.

Di heman demê de îro gaza mitbexê jî giran bû. Tûpê gaza mitbexê yê 12 kîlogram ji 440 lîreyan bû 480 lîreyê Tirkî.

Di mehekê de cara duyem e ku gaza mitbexê giran dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst