Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê îro 115 hezar dolar derbas kir.
Îhtimala rêkeftineke di navbera Çîn û Amerîkayê de, di nav bazara pereyên dijîtal de jî hesteke erênî çêkiriye.
Bitcoinek îro bi zêdetirî 115 hezar dolaran tê firotin.
Bihayê Bitcoinê ji doh heta îro nêzîkî ji sedî 2,7 zêde bûye.
Bihabûna Bitcoinê di demekê de ye ku bilindbûna bihayê zêr rawestiyaye.
Bitcoinê di 10 rojên dawî de piraniya zererên xwe yên destpêka vê mehê telafî kirine.
17ê mehê bihayê Bitcoinê 103 hezar dolar bû lê îro 115 hezar dolar jî derbas kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse