Ji ber nakokiyên Çîn û Amerîkayê zêr rekoran dişikîne

17-10-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bihabûn Çîn Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsek zêr îro 50 dolar biha bû û gihîşt 4 hezar û 378 dolaran.

Li gorî vê yekê, bihayê misqalek zêrê 21 eyar dê bigihêje 690 dolarî yan jî nêzîkî wê astê.

Ji dema vebûna bazarên cîhanê ya roja duşema vê hefteyê ve onsa zêr 350 dolar biha bûye.

Li Herêma Kurdistanê jî niha bazara zêr girtî ye û berî girtinê misqalek zêrê 21 eyar bi 670 dolarî bû.

Ew biha di demekê de bû ku onsek zêr bi 4 hezar û 254 dolaran bû.

Eger bihayê onsa zêr li ser asta xwe ya niha bimîne, bi îhtimaleke mezin dê misqalek zêrê 21 eyar bigihêje 690 dolarî yan jî nêzîkî wê astê.

Ev hefte, ji Îlona 2017an û vir ve, hefteya herî baş bûye ji bo zêr û her roj asteke nû ya rekorê tomar kiriye.

Ji destpêka îsal ve, her onsek zêr ji sedî 66 biha bûye.

1ê Kanûna Paşîn a îsal onsa zêr bi 2 hezar û 640 dolarî bû.

Berdewamiya nakokiyên bazirganiyê yên di navbera Çîn û Amerîkayê de, ragirtina hikûmeta Amerîkayê û pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê li Amerîkayê, sedemên serekî yên bihabûna zêr in.

Hikûmeta Çînê, Amerîkayê bi wê yekê tawanbar dike ku tirsê derbarê rêkarên kontrolkirina hinardekirina kanzayên kêmpeyda yên Çînê belav dike û red dike ku wan rêkaran rake.

Parêzerê Banka Navendî ya Amerîkayê Christopher Waller piştgiriya xwe ya ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ragihand û sedema wê jî bi dilgiraniyên li ser zêdebûna bêkariyê û dilgiraniyên derbarê bazara kar a Amerîkayê ve girê da.

Banka Navendî ya Amerîkayê dê bicive û bazirgan pêşbînî dikin ku faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst