Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv rekoreke nû tomar kir û Goldman Sachs jî dibêje ku îhtimala bilindbûna zêdetir heye.
Îro bihayê onseke zîv 1,10 dolar, ango ji sedî 2, bilind bû û gihişt 51,46 dolaran.
Li gorî vê yekê, niha bihayê kîloyek zîv 1,654 dolar e.
Ev asta herî bilind a bihayê zîv e ku heta niha hatiye tomarkirin.
Nûbûna aloziyên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de, nearamiya siyasî û pêşbîniya kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve di dawiya vê mehê de, sedemên sereke yên bilindbûna bihayê zîv in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa sepandina baca gumrikê ya ji sedî 100î li ser berhemên hawirdekirî yên Çînê dixwe ku dê ji destpêka meha bê ve were sepandin.
Sedema vê yekê jî bi sînordarkirina hinartina madenên kêmpeyda ji aliyê Çînê ve girê dide.
Her wiha aloziyên jeopolîtîk ên wekî berdewamiya girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê û aloziyên siyasî yên li Fransa û Japonyayê jî sedemên din ên bilindbûna bihayê zîv in.
Banka Amerîkî Goldman Sachsê jî yekşemê ragihandibû ku ew di demeke navîn de pêşbîniya bilindbûna bihayê zîv dikin û sedema vê yekê jî zêdebûna herikîna sermayeyê ya li wî sektorî ye.
Ev di demekê de ye ku li ser asta cîhanê jî di hilberîna zîv de kêmasî heye. Îsal dibe sala pêncemîn li pey hev ku ev kêmasî berdewam dike.
Par 680,5 milyon onse zîv di pîşesaziyê de hatiye bikaranîn. Enstîtuya Zîv a Cîhanê pêşbînî dike ku îsal jî rêje li nêzîkî asta par bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse