Hewlêr (Rûdaw) - Şahdemarê aboriya Herêma Kurdistanê ligel biryara Dadgeha Navbênkariyê ya Odeya Bazirganî ya Cîhanî li Parîsê hat cemidandin. Rêveberê Cîbicîkar yê Kluba Enerjiyê ya Londonê Mehmet Ogutçu dibêje: “Xala girîng ew e ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike.”
Nêzîkî 400 hezar bermîlên rojane, ku çavkaniya herî zêde ya dahata Herêma Kurdistanê bû, êdî nagihe Bendera Ceyhan.
Hinek kompanyayên berhemanîna petrolê ragihandine ku dibe heta çend rojan petrola Herêma Kurdistanê ya berhem anîne depo bikin, lê eger Bexda, Hewlêr û Enqere çareseriyekî nebînin, wê demê berhemanînê radigrin.
Rûdawê ew mijar gihande odeya civîna çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, ew welatê ku xwe wek serkirdeyê hewlên aramkirina bazara enerjiyê ya cîhanê dibîne. Berdevkê Wezaretê helwêsta Washingtonê eşkere kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel dibêje: “Me daxwaz ji hikûmetên Tirkiye û Iraqê kiriye ku hinardekirina petrolê berdewam bikin bi rêya boriya petrolê ya navbera Iraq û Tirkiyê. Çêkirina astengan bo dabînkirina enerjiya cîhanî, sûdê nagihîne berjewendiyên ti welatekî.”
Endamê Berê yê Rêveberiya Ajansa Enerjiya Navdewletî û Rêveberê Cîbicîkar yê Kluba Enerjiyê ya Londonê Mehmet Ogutçû roja Duşemê ji Rûdawê re got, valahiya 450 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê, di bazara enerjiyê ya cîhanê de dibe bi asanî bê tejîkirin, lê ya derb lê dikeve aboriya Herêma Kurdistanê ye.
Rêveberê Cîbicîkar yê Kluba Enerjiyê ya Londonê Mehmet Ogutçu got: “Xala girîng ew e ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike. Ji ber eger ragirtî bimîne, wê demê divê kompanya depo bikin, lê eger cihê wan nema, rûbirûyê pirsgirêka depokirinê dibin, lewra wê demê pêwîst e berhemanînê rawestînin. Ew jî derbeke mezin li aboriya hikûmeta Herêma Kurdistanê dide.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî dibêje, Hewlêr û Bexdayê teşwîq dikin ku nakokiyên xwe yên li ser butçe, petrol û gaze çareser bikin, daku ew rewş bi dawî bibe.
Vedant Patel herwiha got: “Iraq, Herêma Kurdistanê jî ligel hevpeymanê stratejîk ê Amerîkayê ye. Pêbendbûneke me ya demdirêj li beramber wê navçeyê heye.”
Hewlêr dixwaze bi rêya şandina şandekê vê pirsê ligel Bexdayê çareser bike û Bexda jî bi nêt e bo heman armancê şandekê bişîne Enqerê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse