Sektora geştyariyê li Herêma Kurdistanê û hin welatên cîhanê tê vekirin

28-08-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Sektora geştyariyê ya Herêma Kurdistanê û ya hejmareke welatên cîhanê vedibin. Herêma Kurdistanê wek piraniya welatên din biryar daye ku navçeyên geştiyarî li ber geştiyaran veke, seketora geştiyarî piştî sektorên enerjî û çandiniyê ji gerîngtirîn sektorên Abûriya Herêma Kurdistanê ne, û tê payîn piştî wê biryarê sektora geştiyarî li herêma Kurdistanê heta radeyekê bê vejandin , û careke din bi sedan karker û fermanber vegerin ser karên xwe .

Wek beşek ji sivikkirina rêkaran, vê dawiyê rê bi geştyaran hate dan, ku serdana cihên geştyarî yên Herêma Kurdistanê bikin, vê jî wiha kir ku careka din geştyrî li Herêma Kurdistanê bê vejandin.

Li gor geştguzariya Silêmanî,  di hefteyekê de berî cejna qurbanê nêzîka 100 hezar geştyarên naverast û başûrê Iraqê serdana vê parêzgehê kirine, ev yek jî çavkaniyeke baş a dahate bo xwedî hotêl,motêl û xwaringeh û firoşgehên vê parêzgehê.

Hevdem li hijmareke welatên cîhanê jî bi qonax û bi mercê cîbicîkirina rêkarên tendirustî dest bi vekirina firokexane û pêşwazîkirina geştyaran hatiye kirin.

Li wîlayeta New Yorkê ya Amerîkayê, piştî 5 mehan ji girtina wan, mozexane, park û peravên deryayê careka din hatin vekirin.

Alîza Chemedet, xwediya kompanyaya geştyrî li New Yorkê dibêje: “Dibe ku vê havînê geşt bo Ewropayê neyê kirin, lê li vê derê li bajarê New Yorkê gelek tişt li ber dest in. Li vî bajarî peravên ciwan, park û mozexane tên vekirin. Em paytexta rewşenbîriya cîhanê ne, û hemû kes dixwazin vegerin û xweşiyê li vê derê bibînin.”

Li gor Civata Geştyariyê ya Cîhanî, bahora Coronayê zerara 2 tirilyon û 700 milyar dolar gihandiye sektora geştyariya cîhanî, û wiha kiriy ku 100 milyon û 800 hezar karmend û karkerên vê sektorê karên xwe jidest bidin.

Şûnwarên Petrayê li Urdunê, mînaka wan cihên geştyariye ku jiber kêmbûna geştyaran, karmendên wê çavkaniya debara jiyana xwe jidest dane.

Rêberê geştyarî li Urdunê, Fewaz Ebdullah dibêje: “Hinek xelk pezê wan heye. Dema ku geştyarî hebe, tevgera bazirganiya wan jî çêdibe û kirrîn û firotinê dikin. Lê dema ku geştyarî radiweste, her tişt ligel jî radiweste. Eger 10 serên pezê wan hebe, divê her mehê yek an du mîhan bifiroşin, daku debara jiyana xwe peyda bikin û wiha çêdibe piştre tiştekî wan namîne.”

Bahora Coronayê, bandora wê ya herî mezin li ser aboriya wan welatan hebû ku beşekî diyar a çavkaniya dahata wan bi sektora geştyariyê ve hatibû girêdan, ku ew jî li pey hevdû, Meksîka,Ispanya, Îtalya, Tirkiyê û Çîn in.

Berî hatina Coronayê, weltên cîhanê 8 tirilyon û 900 milyar dolar ji sektora geştyariyê kom dikirin, ku dike%10.3 ji tevahiya berhemê navxwe yê cîhanê.

Herwiha sektora geştyariyê 330 milyon derfetên kar peyda dikir, ku dike%10 ji tevhiya karên cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst