Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr bilind bû.
Bazirganên zêr piştrast in ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê îro rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm bike.
Bihayê onseke zêr ku doh heta nêzîkî 3915 dolaran daketibû îro derket nêzîkî 3970 dolarî.
Analîstê bazarên darayî yê kompanyaya şêwirmendiyê ya OANDAyê Kelvin Wong li ser mijarê ragihand:
"Paşvekişîna bihayê zêr a van çend rojên dawî ji ber geşbîniya li ser rêkeftina di navbera Çîn û Amerîkayê de çêbûye.
Bazirganan berê xwe daye kirîna parên kompanyayên ku kareke zêdetir didin wan."
Wî her wiha anî ziman ku ji aliyê teknîkî ve di demeke kurt de bihayê zêr di bin zexta firotinê de ye û asta hestiyar a 4000 dolarî şikandiye.
Li gorî Kelvin Wong, ji aliyê bingehîn ve arasteya bihayê zêr di demeke navîn û dirêj de hîn jî ber bi bilindbûnê ve ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse