Dibe ku onseke zêr bibe 3 hezar û 600 dolar

08-09-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bazar Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dibe ku îro bihayê onseke zêr bigihîje 3 hezar û 600 dolarî.

Bihayê onseke zêr îro duşemê piştî vebûna bazarên Asyayê, karî asta xwe ya bilind a hefteya borî biparêze û tenê çend dolaran daket.

Ev yek jî ji ber komkirina qezencê ya ji aliyê bazirganan ve bû.

Vê sibehê, bihayê onseke zêr nêzîkî 10 dolaran daket û bi bihayê 3 hezar û 583 dolarî tê firotin.

 Bihayê zêr di peymanên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha Kanûna Pêşîn a îsal, bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û bû 3 hezar û 626 dolar.

Şîrovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Roda ragihand, “Sedema bilindbûna bihayê zêr amarên bazara kar a Amerîkayê ne ku bûne sedem were payîn Banka Navendî rêjeya faîzê 50 puanan kêm bike.”

Kyle Roda got, “Hemû sedem nîşan didin ku dê bihayê zêr zêdetir bibe, bi taybetî eger enflasyon dakeve.

Ev jî dê bibe sedem ku bihayê onseke zêr bigihîje 3 hezar û 600 dolarî.”

Amarên hefteya borî yên Wezareta Kar a Amerîkayê nîşan da ku rêjeya bêkariyê li wî welatî derketiye ji sedî 4,3yan ku ev asta herî bilind a 4 salên dawî ye.

Niha bazirgan li bendê ne ku Banka Navendî ji bo rêgirtina li sistbûna zêdetir a bazara kar a Amerîkayê, faîzê bi rêjeya ji sedî 0,5 kêm bike ku ev jî dê bibe piştgirî ji bo bihayê zêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst