Bihayê zêr piştî rekora dîrokî daket

21-10-2025
Nîşan Zêr Amerîka Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr piştî ku roja duşemê bi 4,381 dolaran rekoreke nû ya dîrokî tomar kiribû îro bi rêjeya ji sedî 0,3 daket.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, onsê zêr ji asta xwe ya herî bilind dûr ket û niha bi nêzîkî 4,340 dolarî tê firotin û kirîn.

Her wiha di girêbestên paşerojê de jî bihayê zêr îro ji sedî 0,1 daket û gihişt nêzîkî 4,356 dolaran.

Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCMyê Tradeyê Tim Waterer ragihand ku bazirganan ji bo komkirina qezencên xwe zêr firotine û ev yek bûye sedema daketina bihayê wê.

Li gorî wî analîstî, "Bazirgan heta ku Banka Navendî ya Amerîkayê siyaseta xwe ya diravî nermtir bike her daketinekê wekî derfeteke nû ya kirînê dibînin."

Bazar niha bi tevahî piştrast in ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê di mehên Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn de rêjeya faîzê kêm bike.

Tim Waterer got, "Eger amarên enflasyonê yên Amerîkayê yên ku dê vê hefteyê bên weşandin bazaran şok nekin, bihayê zêr dê bi îhtimaleke mezin careke din bilind bibe."

Li aliyê din, girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê berdewam dike û Civata Nûneran ji bo cara dehemîn nekarî deng li ser pêvajoyê bide da ku hikûmet bi awayekî demkî bê fînansekirin.

Her wiha, biryar e vê hefteyê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li Malezyayê bi Alîkarê Serokê Hikûmeta Çînê re bicive û behsa pêwendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst