Hawirdeya Tirkiyê ya petrolê %4.9 zêde bûye

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Petrol Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hawirdeya petrol û berhemên petrolê ya Tirkiyê, meha Hezîrana 2022ê li gor heman meha sala par %4.9 zêde bûye û gehişte 4 milyon û 188 hezar û 246 tonan.

Saziya Rêkxistina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê, “Rapora Sektora Bazara Petrolê” ya meha Hezîranê eşkere kir.

Li gor raporê, Tirkiyê di meha Hezîranê de 4 milyon û 188 hezar û 246 ton berhemên petrolê hawirde kirine ku 3 milyon 169 hezar û 596 ton petrola xav bûye. Hawirdeya petrol xav a Tirkiyê %11 zêde bûye.

Hawirdeya herî zêde ya petrola xav û berhemên petrolê bi milyarek û 418 milyon û 639 tonan ji Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Bi milyarek û 336 milyon û 429 hezar ton hawirde Rûsya di rêza duyem û bi 319 hezar û 847 ton Qazakîstan di rêza sêyem de cîh digre.

Firotina benzînê kêm bûye, ya mazotê zêde bûye

Herwiha li Tirkiyê bi giştî firotina berhemên petrolê %15.2 zêde bûye û gehiştiye 2 milyon û 317 hezar û 820 ton. Ji berhemên petrolê firotina benzînê bi rêjeya %8.9 kêm bûye û daketiye 238 hezar û 439 tonan û firotina mazotê bi rêjeya %17.1 zêde bûye û gehiştiye milyonek û 942 hezar û 822 tonan.

Hinardeya petrola esmanî zêde bûye

Hinardeya sotemeniya esmanî ya Tirkiyê di meha Hezîranê de %106.9 zêde bûye û gehiştiye 469 hezar û 26 tonan. Hinardeya sotemeniya deryayî jî %15.2 zêde bûye û gehiştiye 143 hezar û 271 tonan.

Herwiha hinardeya berhemên benzînê ya Tirkiyê %13.5 zêde bûye û gehiştiye 225 hezar û 519 tonan û hinardeya berhemên mazotê jî %44 kêm bûye û daketiye 148 hezar û 854 ton.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst