Hozan Dîno ji bo Rojavayê Kurdistanê 2 konserên pişgiriyê saz dike

3 demjimêr berê
Ferdî Sak
Hozan Dîno / Wêne: Rûdaw
Hozan Dîno / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hozan Dîno Rojavayê Kurdistanê Konser Piştgirî Almanya Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Hozan Dîno ji bo pişgiriya Rojavayê Kurdistanê dê li Almanya û Holendayê 2 konseran saz bike.

Hozan Dîno ragihand ku ew dê dahata konseran bişîne Rojavayê Kurdistanê û got, “Ez ji bo hevxemiyê stranên şahiyê nabêjim, ez dê tenê stranên şoreşgeriyê bibêjim.”

Di demekê de ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar di rojên zehmet re derbas dibin, hunermendê naskirî Hozan Dîno biryar da ku ji bo hevgirtin û pişgiriyê derkeve ser dikê.

Hozan Dîno îro derbarê armanc û naveroka konserên xwe de ji Rûdawê re axivî.

“Bilêtên konsera Holendayê xelas bûn”

Hozan Dîno da zanîn ku konsera yekem dê 25ê vê mehê li bajarê Utrechtê yê Holendayê bê lidarxistin.

Hunermendê Kurd her wiha diyar kir ku hemû bilêtên vê konserê hatine firotin û ew dê beşeke dahata wê bişîne Rojavayê Kurdistanê.

Dîno li ser konsera xwe ya duyem a ku dê 31ê Kanûna Paşîn a 2026an li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê bê sazkirin jî got:

“Hîn 7-8 roj ji vê konserê re mane û firotina bilêtan berdewam dike.

Dê hemû dahata vê konserê wekî alîkarî ji bo xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê were şandin.”

“Stranên şahiyê nayên gotin”

Hozan Dîno tekez kir ku ew wekî hevxemiyek ji bo êşa xelkê Rojavayê Kurdistanê di konserên xwe de stranên şahî û dîlanê nabêje û dê tenê stranên şoreşgeriyê pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.

“Kî çi ji destê wî tê divê bike”

Hozan Dîno ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bangî karsaz û hunermendên din ên Kurd jî kir û wiha axivî:

“Mixabin li Rojavayê rewş nebaş e û xelkê me di rojên zehmet re derbas dibe.

Lê divê em li ser pêyan bin, bihêz bin û xebatên xwe bidomînin. Kî çi ji destê wî tê pêwîst e bike.

Bi taybetî divê hunermend ji bo gelê me alîkar bin.

Her wiha karsaz, rewşenbîr û civaknas kî hebe divê çi ji destê wî tê bo gelê me bike.

Wekî Dîno çi ji destê min bê ez dê di paşerojê de jî ji bo gelê me xebatên wiha bikim.”

Hunermendê Kurd her wiha hêviya xwe anî zimên ku di paşerojê de li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî konseran saz bike û hunera xwe pêşkêşî xelkê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst