Pêşangeha Pirtûkan a Urmiyeyê dest pê kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Urmiyeyê Rojhilatê Kurdistanê Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha 17emîn a Pirtûkan a Urmiyeyê dest pê kir.

Ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê 315 weşanxane beşdarî pêşangehê bûne.

Nivîskarê ji Urmiyeyê Mehdî Ezemî got, "Pêşangeha îsal ji ya salên borî gelekî mezintir e lê biha ew qasî giran bûne ku eger tu bi neyetekê hatibî ku 10 pirtûkan bikirî, tu dê herî zêde bi 4 pirtûkan vegerî."

Hejmara ziyaretkaran li gorî salên borî neguheriye lê bihabûna pirtûkan piraniya zayeretkar kirine temaşevan û beşek ji wan destvala vedigerin.

"Dema çavên wan li bihayan dikeve diçin"

Pirtûkfiroş Sabir Melekî amaje bi wê yekê kir ku xwendevan û xwendekar tên û serdanê dikin lê dema çavên wan li bihayan dikeve, sar dibin û diçin.

Melekî diyar kir ku rewşa aborî ya xelkê bandoreke zêde li ser bêbazariya îsal kiriye.

Beşek ji ziyaretkarên pêşangehê xwedî nêrîneke cuda ne û li gorî wan, nabe bihabûn bibe hinceta nekirîn û nexwendina pirtûkan.

Xwendekara zanîngehê ya ji Urmiyeyê Mesûme Nezeriyê behsa wê yekê kir ku rast e biha giran in lê "Ev nabe bibe hincet ku em bibêjin êdî em pirtûkan naxwînin.

Nabe pirtûk ji nav malan kêm bibin û pêwîst e ew çand her bimîne."

"Mesrefa pirtûkekê bi qasî xwarinekê ye"

Xwendekara zanîngehê ya ji Seqizê Şehla Derwîşî jî bal kişand ser giraniya pirtûkan lê bi bîr anî ku niha her tişt biha bûye û mesrefê pirtûkekê bi qasî xwarinekê ye, bi wê ferqê ku pirtûk heta hetayê wekî sermayeyekê li cem mirov dimîne.

Di Pêşangeha 17emîn a Pirtûkan a Urmiyeyê de 125 hezar pirtûk bi 25 hezar sernavên cuda bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî, Îngilîzî û zimanên din têne nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst