Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê hat weşandin

05-11-2020
Nîşan e-Kovara Temaşeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Danezan Bi jimara duyem e-Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin.

Kovara Temaşeyê  ya elektronîk piştî sê mehan bi hejmara xwe ya payizê derket. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê daxistin.

Hedef û armanca mezin ya Kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya Kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

Edîtorên e-Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus diyar dikin ku di vê hejmarê de xuyabûna zaravayên Kirmanckî û Soranî zêde bûye. Beşa Kurmancî jî bi Yilmaz Guney derketiye pêş. Him sînemaya Kurdî him jî sinemaya Ewropayê li ser kesayeta Yilmaz Guneyî hatiye niqaşkirin.

Sînemaya Kurdî û sînemaya ku kurd lê temaşe dikin dixe nav mijarên xwe; ji ber wê jî gelek cureyên sînemayê di nav da cih girtine. Sînemaya populer û sînemaya serbixwe di nav hev da cih girtine.

Sînema bixwe di nav têkiliyeke berfireh ya li gel huner û disîplênên din e ji ber wê jî  babetên wekî felsefe, tenduristî û desthilatdarî hatiye lêkolandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî dane nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide guftugokirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst