Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Diyar Dêrsim berhemeke nû bi navê “Kurmo” derbarê yekrêziya Kurdan de belav kir.
Hunermendê navdar ê Kurd Diyar Dêrsim derbarê yekrêziya Kurdan de bi navê “Kurmo” stranek belav kir.
Tekst û awazê strana “Kurmo” ji aliyê Diyar Dêrsim bi xwe ve hatiye amadekirin, Mezlûm Rewşen bo wê berhemê karê hunerî kiriye û Enayat Kornassan karê derhênerî bo vîdyo klîpê kiriye.
“Kurmo” li ser kenala taybet a Diyar Dêrsim li Youtubê hat belavkirin û beşeke wê berhemê bi şêweyê anîmasyonê hatiye berhemanîn û guzariş li naveroka berhemê dike.
Di strana “Kurmo” de hunermend bang li Kurdan û hêzên siyasî dike ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdî.
Hefteya derbasbûyî wek amadekariyek bo belavkirina strana “Kurmo” promoyek hatibû belavkirin ku ji 32 çirkiyan pêk tê.
Diyar Dêrsim dawîn berhema xwe roja 21ê Mijdara 2020 an li kenala xwe ya taybet a Youtubê belav kiribû.
Hunermend Diyar Dêrsim sala 1966an li gundê Hêwedana yê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve jidayîk bûye û xwediyê 11 albûmên stranan û çendîn vîdyoklîpan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse